Çalakiya konvdanê ya li Qamişlo di roja 20’an dewam dike

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên cîhanê, çalakî û nerazîbûn dewam dikin.
Îro jî li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê meş û çalakî hatin lidarxistin û peyamên mezinkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn..

Çalakî û berxwedana gelê herêmê ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, dewam dike.

Çalakiya Konvedanê ya li pêşiya avahiya NY a bajarê Qamişlo di roja 20’an dewam dike.

Îro bi dehan penaberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û endamên Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dewr girtin.

Di çalakiyê de endamê Rêvberiya Kampa Serêkaniyê Feyrûşa Remedan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmên me dagir bike û guhertina demografiyê pêk bîne.

Piştre endamê Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seyîd Mile axivî diyar kir ku ewê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Li Dirbêsiyê li dijî êrişan meşeke girseyî hat lidarxistin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê meşek li dar xistin.

Meşê ji pêş navenda Ciwanan dest pêkir û li bazara bajêr veguherî mêtingê.

Nisrîn Maamî diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca zîndîbûyîna “Impratoriya Osmanî” rojane komkujiyan li dijî gelê herêmê pêk tîne.

Nisrîn êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û bêdeniya hêzên navnetewî şermezar kir û bang li van hêzan kir ku qada ezmanî ya herêmê li pêş balafirên şer bigirin.

Şêniyên Dêrikê: em li hember dagirker û xayinan çok danaynin

Her wiha li navçeya Dêrikê jî li dijî êrişên delweta Tirk û hevkariya PDK’ê meş hate lidarxist.

Bi sedan şêniyên Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê tevî partiyên siyasî û oldaran beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî ku çalakî li pêşiya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê veguherî mêtingê hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û balkişande li ser armanca êrişên dewleta Tirk.

Her wiha Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif jî axivî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Back to top button