QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê tedbîqataeke hevbeş pêk anîn.
Tedbîqat di seat 08:00’an dest pê kir.
Di tetbîqatê de çekên giran, wesayîtên zirxî û keşfê hatin bikaraîn.
Piştî tetbîqatê QSD û Koalîsyona Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ji fermandarên QSD’ê Şiblî Şiblî axivî û diyar kir ku ev cara yekemîn e ku tedbîqatên hevbeş li herêma Dêrikê tên lidarxistin.
Şiblî da zanîn ku armanca van tedbîqatan xurtkirina koordîne û xebata hevbeş ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê ne.
Her wiha Fermandarê Yekîneya Zirxî ya Artêşa DYA’yê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û wiha got: “Em bi QSD’ê re li ser çawaniya koordîneya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê gotûbêjê dikin,
Ev jî di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên hêzên me û QSD’ê re pêk tên.”
Di dawiyê de, Fermandarê Emerîkî diyar kir wê hevkariya wan ya bi QSD’ê re ji bo têkbirina DAIŞ’ê dewam bike.