Piştî niqaşên du rojan duh encamnameya Komxebata Şêwirê ya Qamişlo hat destnîşankirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku divê Sûriyeya pêşerojê dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî be. Kesên ku beşdarî Komxebatên bûn jî destnîşan kirin ku Modela Rêveberiya Xweser, ji bo çareseriya aloziya Sûriyê modela herî başe.
Hevseroka MSD`ê Emîne Omer ku beşdarî komxebatê bû diyar kir ku komxebatên şêwirê yên Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê girîng in.
Emîne Omer destnîşan kir ku ev komxebat dê ji bo çareseriya li Sûriuêy bibe destpêkek û got:
Di van komxebatan de gelek xalên bingehîn û girîng ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Lihevkirinek heye ku MSD`ê van komxebatan lidar bixe û lidarxistina wê berdewam bike heta ku nêrîna hemû aliyên Sûriyê dibe yek û lihev bikin.