Îranê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdisitanê bombebaran kirin. Hat ragihandin di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.
Îro Îranê bi dronan baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Hat ragihandin di bombebaranê de baregehên Hizbîzehmetkêşanî Kurdistan a Îranê, Partiya Azadî Kurdistan, Hizba Demokratîk a Kurdistan a Îranê, Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistanê hatin hedef girtin.
Baregehên van partiyan li bajarokê Pirdê ya ser bi Hewlêrê û Koyê a Silêmaniyê ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Herema Kurdistanê ragihand ku di êrişa hêzên Îranê ya îro li ser baregehên partiyên Rojhilat de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Derve ya Iraqê û YNKê êriş şermezarkirin
Wezareta Karên Derve ya Iraqê û YNK’ê bi daxuyaniyan êrişên Îranê şermezar kirin.
Hat diyar kirin ev êriş ewlehî û serweriya Iraqê dixe xeteriyê.
Tevgera Azadî: Divê hemû hêzên Kurdî li dijî êrişan yekgirtina xwe çêkin