Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî ya li Tebqayê di roja duyemîn de bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî ya bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê roja pênceşmê dest pê kir.
Mîhrîcan bi diruşmeya “Bi xwîna şehîdan tarîtî bi dawî bû û bi zendên ciwanan avakirin pêk hat”, ji aliyê Komîteya Çandê ya Tebqayê ve hat organîzekirin.
Di roja duyem û ya dawîn de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, jinên ciwan, ciwanên şoreşger û bi sedan şênî beşdarî mîhrîcanê bûn.
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Enad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre, komên Cirniye, Tebqa û Reqayê, stranên folklorî yên herêmê yên kurdî û erebî gotin.
Mîhrîcan bi belavkirina xelatan bi dawî bû.