Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî şaristanî û dîroka Efrînê didomîne. Li gorî agahiyên ji navçeya Şêrawa, çeteyên dagirkeriya Tirk alavên kolandinê anîne, da ku girê şûnwar ê li gundê Birc Ebdalo talan bikin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Birc Ebdalo yê Şêrawa êrîşî şûnwarekê kir.
Li gorî agahiyan, gelek perçeyên dîrokî jê hatin dizîn û derbasî Tirkiyê bûne.
Gundê Birc Ebdalo ji gundên dîrokî û geştewarî ye, tê de şkefta Dudriyê ya dîrokî û gelek avahiyên serdema Romayê hene.
Hêjayî bîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gir, di nav de yên Cindirês, Sendîka û Endarê, talan kirin û hîna binpêkirina li ser şûnwaran didomîne.