QSD’ê encama êrişên dewleta Tirk ên 24 û 25’ê Mijdarê eşkere kir.
Li gorî daneyan;
Artêşa dagirker li dijî warên sivîl û navendên jiyanî 77 êriş pêk anîn.
Li herêma Zirganê jî çeteyên dagirker hewl dan pêşde werin.
Di encama bersivdayîna şervanan de 6 ji wan hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê encama êrişên dewleta Tirk ên 24 û 25’ê Mijdarê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daxuyaniyê;
24’ê Mijdarê-Herêma Cizîrê
- Amûdê
Eniya Zirgan 14 caran hat topbarankirin.
Li gundê Bobê hewldana êrîşa çeteyan hat têk birin.
Di encama bersivdayîna şervanan de 2 çete hatin kuştin.
Piştî bersivdayînê şervanan çalakî li dijî hêzên dagirker pêk anşîn û li vir jî 4 çeteyên din hatin kuştin.
- Qamişlo
Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas û Şelûmiyê 7 caran hatin topbarankirin.
- Til Temir
Gundên Tewîla û Gozeliyê 14 caran bûn armanca êrişa topxaneyan.
24’ê Mijdarê-Herêma Firatê
- Kobanê
Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava û Til Ehmed Mûnîr 13 caran hatin topbarankirin.
- Girê Spî
Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bûn armanca êrişa topxaneyan.
- Eyn îsa
Bajarokê Um El Beramîl 3 caran hat topbarankirin.
- Minbic
Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada 23 caran bûn armanca êrişan.
25’ê Mijdarê-Herêma Efrînê
Li dijî gunderwarên herêma Efrîn û Til Rifatê 445 êrişên bi topan pêk hatin.
Gundên bûn armanca êrişan ev in:
Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêlluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê û Îrşadiyê
25’ê Mijdarê-Herêma Cizîrê
- Til Temir
Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla hatin topbarankirin.
- Hol
Li Kampa Holê hemwextî tevgera belafirên keşfê, komek çete reviyan û piştî demeke kurt ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin girtin.
25’ê Mijdarê-Herêma Firatê
- Kobanê
Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr, Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto Girê Miştenur û bajaroka Şiyuxa Jorîn hatin bombardimankirin.
- Girê Spî
Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 bûn armanca topxaneyan.
- Eyn îsa
Gundê Siwêdiya 5 caran hat topbarankirin.
- Minbic
Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat û El Yanelî 27 caran hatin topbarankirin..