Li dijî gefa kuştina Rêber Apo Tevgera ciwanên Şoreşger îro seferberî raghandin.
Îro li Bajarê Qamişlo Tevgera ciwanên Şoreşger daxwiyanî dan.
Tevgerê di daxwiyaniyê de got:
“Dewleta Tirk li dijî Rêber Apo tecrîdeke giran dide meşandin.
Nahêle ne malbat û ne parêzer hevdîtinê pêre bikin.
Herî dawî faşîzma Tirk gefa kuştinê li Rêber Apo xwar.
Em bi tu awayî vê tecrîdê û gefan qebûl nakin û em ê li hember vê yekê bisekinin”.
Tevgerê banga li ciwan û her kesî kir ku ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina dagirkeriyê rabin ser piyan û wiha bi dawî kir:
”Divê em bi hevre li dijî tecrîdê bisekinin , bi hevre dîwarê îmraliyê bişkirin”.