RÊVEBERIYA XWESER HIŞYARIYA XETERIYEKE MEZIN LI HERÊMÊ DIDE

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmê de daxuyaniyek da. Rêveberiyê diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîste hemû hewldan ji bo tunekirina terorê û çareseriya demokratîk ya aloziya Sûriyê bin. Rêveberiya Xweser banga li hemû aliyan kir ku gefên Tirkiyê biseknînin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo hat dayîn.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de weha got:

Weke Rêveberiya Xweser bang li raya giştî ya cîhanî ,navdewletî, Sûrî

aliyên ku dixwazin aloziya li Sûriyê bi rêya demokrasiyê çareser bikin ,

her weha hemû aliyên ku dixwazin bi awayekî pratîkî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin,

her weha aliyên ku dixwazin aramî û aşîtiya li herêmên me biparêze û rê li pêşiya parçebûna erdnîgarî û civaka Sûriyê bigire, dikin ku ji bo rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê bigirin, helwestên berpirsyarane bistînin.

Hemû pêkhateyên rêvberiya xwesr a bakur û rojhilatê sûrî bi hevkariya koalîsyona navdewletî herêmên xwe parastin û çeteyên DAIŞ’ê têk birin .

Bi vê serkefitnê aramî û ewlehî ji gelê herêmê û cîhanê re pêk anî.

Lewma di pêvajoya heyî de pêwîste hemû kar ji bo têkbirina çeteyan û peydakirina atmosferekî guncaw ji bo çareseriyeke demokratîk li Sûriyê be.

Ev qonax ne qonaxa dijminahiya leşkerî li ser herêmên ku şer çeteyan kir û heta niha jî li dijî şaneyên razyî yên çeteyan şer dikin e.

Di herêmên me de bi hezaran malbat û zarokên çeteyan di kampan de hene.

Her weha bi hezara girtî di zindanên rêveberiyê di bin parastina hêzên ewlehiyê de ne.

Di heman demê de li herêmê nêzî 5 milyon kes li vir jiyan dikin, di nava wan koçberên ji gelek bajarên din ên sûriyê ku ji ber şer reviyane.

Li ser vî esasî em ji cîhana azad dixwazin ku bi rola xwe rabe û rê li ber gefên Tirkiyê bigre.

Weke Rêveberiya Xweser bang li tevahiya gelê Sûriyê yên koçber bûne dikin ku vegerin warê xwe, bi taybet herêmên nû hatine rizgar kirin.

Emê bi hemû xwe hêza ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîsitiyên we peyda bikin.

Leave a Reply

Back to top button