Şêniyên herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda bang li CPT`ê kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan teqezî bi mezinkirina têkoşînê û berxwedanê kir.
Li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan li kantonên Hesekê û Qamişlo çalakiyên cihereng li dar ketin û bang li CPT`ê hat kirin ku rewşa Rêber Ocalan demildest eşkere bike.
- Til Birak
Li navçeya Til Birak ya Qamişlo, şêniyên navçeyê û bajarokên wê li pêşiya Şaredariya Gel heta çerxerêya Şehîdan meşiyan.
Li çerxerêyê endama rêveberiya PYD’ê Wela El Mihamîd axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, çareseriya hemû aloziyên li Rojhilata Navîn û sepandina ewlehî û aştî li herêmê ye.
- Çilaxa
Li navçeya Çilaxa jî, Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê panelek bi dirûşma “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e” li dar xist.
Di panelê de endamê Şaredariya Navçeya Çilaxa Mihemed El Şerqî û mamosteyê Navenda Perwerdeyê, Ebdulhekîm Fadil axivîn û banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin.
- Qamişlo
Kongra Star bi heman armancê li Qamişlo jî panelek li nivîsgeha PYD`ê li dar xist.
Di panêlê de endama Koordînasyona Kongra Star a Qamişlo Ibtîsam Hisên axivî û got:
“Tevî ku dewleta Tirk hewl dide ku bi vê tecrîdê me ji rêbertî dûr bixe, lê wê nekarî me ji fikr û feslefeya wî dûr bixe.”
Her wiha endama rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Hindirîn Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hesab ji fikr û felsefeya rêber Ocalan re dike ji ber wê hewl dide ku kurdan di kesayeta wî de tune bike.
- Hesekê
Bi dirûşma “Doza jinan û siyasetê li gorî nêrîna rêber Ocalan” Kongra Star panelek li navçeya Holê li dar xist
Di panelê de endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Holê Nûr Ehmed tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û got: “Divê CPT erka xwe bîne cih.”