Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî şermezarkirin û tekez kirin ku Vebijêrka ne berxwedan e.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Ehrezê Mistefa Elûş got:
“Artêşa Tirk çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîlayan ên li çiyayên Zapê li pêş çav û guhên cîhanê, bi kar anîn.
Êdî bes qetilkirin û xwînrijandinê re.
Li aliyekî din jî, endama Meclisê ê navçeya Fafînê ya Şehbayê Emîne Osman jî got:
“Dewleta Tirk li pêş berxwedana gerîla têk diçe ,lewma bi çekên kîmyewî êriş dike.”
Emîne bang li dewlet, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember êriş û bikaranîna çekên kîmyewî bê deng nemînin.
Malbatê Şehîdan ê Şehba: Vebijêrka me berxwedan e “
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Fafînê Zekiye Yûsif ev tişt anî ziman:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker Kurdan tune nakin.
Heta pêkanîna azadiyê vebijêrka me berxwedan e.”
Ebdulhenan Mamo jî ji aliyê xwe ve got :
“Bila dijmin bizane ku hêvî û berxwedana me bi hêsanî nayên şikandin. “