Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê ya du kesên din erê kir ku tevlî xwepêşandanên protestoyî bûne.
5 kes bi sûcdarkirina kuştina endamekê Besîca girêdayê Parêzvanên Şoreşa Îranê li Kereca Tehranê, hatibûn mehkûmkirin.
Dadgeha Bilind, piştî li dosyeya 5 kesan temaşe kir, cezayê bidarvekirinê yê Mûhammed Mehdî Karamî û Seyîd Mûhammed Huseynî erê kir.
Dadgehê biryara bi darvekirinê ya li ser Hamid Gar, Huseyîn Mûhammedî û Reza Arya betal kir û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.