Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê navber dewam dikin.
Vê carê gundekî Eyn Îsa bû armanc û têde zarokekî 10 salî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Xalidiyê yê rojavayî Eyn Îsayê kir.
Êriş bi rêya dronê pêk hat û di encamê de zarokê bi navê Elî Xelîfa El-Elî birîndar bû.
Ev êrişên Tirkiyê rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên.
Yên ku dibin qurbanên van êrişan jî sivîl in ku piraniya wan jin û zarok in.
Tevî wê jî li hember van êrişan cîhan bêdeng maye û ti helwestê nîşan nade.