Jinên Ereb û Kurd yên Qamişlo, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got:
“Ev êriş dewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û Komkujiyên Parîsê ye.”
Menal Mihemed Temo ya ji pêkhateyên Ereb diyar kir ku Dewleta Tirk jinên pêşng, dike armanc..
Welatiya ji pêkhateya Kurd Xedîce Ebas tekez kir ku ew ê li dijî êrişan berxwedanê dewam bikin ..
Wefa El Hisên jî bang li hemû jinan kir ku di têkoşîna li dijî dijminê hov de bibin yek û got:
“Êrişên dewleta Tirk wê pêşketin û têkoşîna me ya jinan asteng neke.”
Welatiya bi navê Ayda El-Receb jî dibêje :
“Divê jinên herêmê li hember êrişan bisekinin .”
Dayika şehîd Feysel, Fatme Hesen El-Casim jî êriş weke êrişên qirkirina jinan bi nav kir.