Sûcên Dewleta Tirk li herêmê dagirkirî bidawî nabin ..
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.
Li gor çavkaniyên ajansa ANHA’yê Dewleta Tirk du welatî ji Efrînê revandin ..
Navê kesên hatine revandin wiha ne:
Mihemed Îbrahîm Mele Mihemed (49) û Dogan Mihemed Mele Mihemed (48) ..
Li gorî heman çavkaniyan, kesên hatine revandin, birine cihekî nediyar û aqûbeta wan nayê zanîn.
Rojane buyerên revandinê li Efrînê ji aliyê çeteyên TIrkiyê ve pêk tên.
Armanca çeteyan a sereke ji revandina welatiyan jî, standina pereyan ji malbatên wan e.