Hêzên Asayîşê a Helebê têkildarî encamên destpêkê yên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd eşkere kirin ku av derbasî nava binesaziya avahiya bûye û di encamê de avahî hilweşiyaye.
Hêzên Asayîşê encamên lêpirsîna pêşîn ên sedemên hilweşîna avahiyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Asayîşê encamên lêpirsîna destpêkê ya hilweşîna avahiyê diyar kir û got: “Di şer de tax bi çekên giran û bi balafiran hatiye topbarankirin ku di encamê de avahiyên li taxê seqet bûn.
Di encamê de av derbasî binesaziya avahiyê bû û ji ber wê hilweşiya.”
Asayîşê di dawiyê de diyar kir ku lêpirsîna wê hîna berdewam be.