Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Leyla Qertmînî oxir kirin

Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê Leyla Qertmînî li goristana şehîdan oxir kirin.
Şêniyên Kobanê ji bo gerîlayên HPG’ê Andok Serhed û Dîcle Rohat ên ku 27’ê Mijdara 2022’an li Metînayê Şehîd bûbûn, sersaxî xwestin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Leyla Qertmînî di 28’ê çileyê ango duh dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şêniyên Qamişlo li goirstana Ş. Delîl Saroxan cenazeyê şehîd Leyla bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Eyda Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hevseroka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo Felek Ismaîl axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malabatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbatên şehîd Serhed û Rohat

Li kobanê jî şêniyan sersaxî ji malbatên her du şehîdên HPG’ê Andoq û Dijle re xwestin ku di 27’ê Mijdara 2022’an li Metîna Şehîd bûbûn..

Şêniyên Kobanê li qada Şehîd Egîd a naverasta bajar kom bûn û berê xwe dan konê sersaxiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PYDʹê Salih Nûh di bin kon de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane li pêş çavên cîhanê li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û û got:

“Li hemberî alava faşîzma dewleta Tirk a dagirker divê em têkoşînê xurt bikin û ji gerîla re bibin palpişt.”

Back to top button