Piştî ragihandina lihevkirina navbera Waşington û Enqereyê.. Pentagon dibêje ew ê vî yekê hin bi hin pêk bînin.
Berdevkê wezareta parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) ragihand ku lihevkirina der barê avakirina herêmeke ewle li bakur û rojhilatê Sûrî de wê gav bi gav çêbibe.
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku di dema heyî de ew navenda koordînasyona hevbeş bi hevkarên xwe yên Tirk re gotûbêj dikin û hîna danûstandin bi dawî nebûn.
Li gorî berdevk, Emerîka amade ye a niha hinek gavan bilez biavêje, ew jî li gorî mercên ku berî hefteyekî li ser li hev kiribûn.