HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên wan de li Girê Hakkarî 5 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de got:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
2’ê Sibatê li Girê Hakkarî bi çalakiya gerîla ya koordîneyî ji 6 baskan ve li dagirkeran hate xistin.
Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 3 sîstemên kamera yên mobesse, 4 çeper, çekek A4, çekek B7 û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.
HPG: Di encama van êrişan de 7 hevrêyên me şehîd bûn
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 2 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.”
HPG’ê diyar kir ku di van şer û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de, 7 hevrêyên me gihiştin ast şahdetê.
Agahiyên li ser li ser nasnameya gelîlayan wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.