HPG: Qadên gerîla 83 caran hatin bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê 25 caran êrîş bir ser qadên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku artêşa dagirker 25 caran li dijî heremên parastina medyayê êriş pêkaniye û eva gahî da:

“Artêşa dagirker 23’ê sibatê li herêma Zapê qada berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran topbaran kir

Her wiha artêşa dagirker hema dîrokê li gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladizê ê 25 caran bi tang û topên ku madeya kîmyewî ya fosfor di nav wan de ye, çeperên berxwedanê bombebaran û topbaran kir.

Heman rojê balafirên şer ê aratêşa dagirker jî qadên bexwedanê yê girê Amediye û Girê Bahar 10 caran bombebaran kir.

Bi giştî xeta amediyê, girê cûdî, herêma Çemço û gundê Sîda yê navçeya şêladizê 83 caran hatin bombebaran kirin û topbaran kirin.

Back to top button