Li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê erebeyek teqiya, di encamê de endamê Komîteya Aborî şehîd û 3 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyekî ewlehî, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) erebe teqandiye.
Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişa bi erebeyeke bombebarkirî ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivisîkî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî erdhejê jî dewleta Tirk êrişên xwe bi rêya teqîn balafirên bê mirov li dijî sivîlan û saziyên sivîl didomîne.
Îro jî endamê Komîteya Aborî heval Hemze Kobanê ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve bi erebeyeke bombebarkirî hat hedefgirtin.
Her wiha 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Em vî sûcê derexlaqî û dermirovî yê dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin.
Em Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soz didin şehîd Hemze ku em li li ser xeta wî bimeşin û li gorî wê berpirsyariyê bin.”