Berpirsê Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di rewşa erdhejê de ku karesetekî mirovîye, êrişên xwe domand.
Piştî erdheja 6’ê Sibatê ku Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê lê bandor bû QSD’ê ragihand ku wan hemû fealiyetên xwe yên leşkerî rawestandin e
Lê dewleta tirk di van rojên erdehê de 2 êrişên hewayî û 18 êrişên bejahî kirin.
Di encama van êrişan de 2 welatî şehîd ketin û gelek birîndar çêbûn.
Welatiyekî 70 salî ku piştî erdhejê ji Helebê xwe li Şebayê girtibû, di êrişên dewleta Tirk a li ser Şehbayê de hate qetilkirin.
Ferhad Şamî bal kişand ser rawestandina fealiyetên QSD`ê yên leşkerî û diyar kir ku ev erkeke exlaqî û mirovî ye û got:
“Biryara me ya rawestandina fealiyetên leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve hate bikaranîn.
Dewleta Tirk tu carî li dijî gel û herêmên me şer nedaye rawestandin.
dewleta Tirk xwest bangên mirovî yên hêzên herêmê -navdewletî careke din bixe xizmeta şer ku di vê rewşê de jî êriş dike.”