Civîna çar alî ya Moskovayê ji bo demeke nediyar hate taloqkiirn

Civîna Rûsya, Tirkiye, Suriye û Îranê ya ser rewşa Suriyeyê ku dihat payîn doh pêk bihata lê ji bo demeke ne diyar hate taloqkirin

14’ê adarê serokê hikûmeta Şamê beşar Esed serdana Moskoyê kir û bi rayedarên Rûsyayê re civiya

Her wiha dihat payîn ku di asta cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye Suriye û Îranê, li Moskovê li ser rewşa Suriyeyê biciviyan.

Gorî agahiyan wê li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê serokê Rûsyayê Putîn, Mihail Bogdanov,

li ser navê Tirkiyê dê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar,

li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û

li ser navê Sûriyeyê jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan dê beşdarî civînê bûban.

Lê li gorî ajansa Reutersê civîn ji bo demek nediyar hatiye taloqkirin. Gorî heman çavkaniyê civîn ji ber sedemek teknîkî hatiye taloqkirin.

Hêjayî gotinê ye di Kanuna 2022’yan de Wezîrên Parastinê yên Rûsya, Tirkiye û Suriyeyê li Moskovayê civiyabûn
.

Back to top button