Komîteya Lêkolînê ya Taybet a Sûriyê ya NY’ê û Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî “Human Ragihta Watch” bi raporên cuda bal kişandin ser komkujiya li cindirêsê û kiryarên çeteyan li Efrînê û gotin: Ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne.
Komîteya Lêpirsînê ya Taybet a Sûriyê ya NY derbarê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî raporek weşand.
Komîteyê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” girtin, windakirin, êşkence, destdirêjî, êrîşên zayendî û talankirinê berdewam dikin.
Komîteyê Lêpirsînê ya NY’ê ev yek bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kir.