Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di derbarê êrişa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û got:
“Em êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin.”
Bafil Talebanî di derbarê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand.
Bafil Talebanî got:
“Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye.
Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in.
Dixwazin navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin.
Serokê YNK’ê her wiha tekez kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind û wiha domand:
“Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin.
Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.
Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”