Dewleta Tirk a dagirker êdî dest bi girtin û revandina sîxurên xwe li Efrînê dike.
Sîxurên ku bûn sedema revandin, êşkencekirin û kuştina şêniyên Efrînê, niha ew keraset tê serê wan û piştî bidawîbûna karê wan, êdî tên tesfiyekirin.
Di heman demê de jî, roj bi roj hebûna çeteyên DAIŞ’ê di Efrînê de teqez dibe, herî dawî jî, dîmenk belav bûye û vê yekê disepîne.
Dewleta Tirk a dagirker êdî sîxurên xwe dixwe.
Ev bû demeke dewleta dagirker dest bi girtin û revandina sîxurên xwe kiriye.
Herî dawî jî kesek bi navê Selah ji gundê Dêrsiwanê yê Şera ye.
Ev kesê bi navê Salah li gorî fermanên dagirkeriya dewleta Tirk tevdigeriya û bûye sedema revandina gelek sivîlan li Efrînê.
28 Tebaxê, sîxurê dewleta dagirker ê bi navê Salah tevî 3 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê komeke çeteyan ve hatin girtin, û ber bi cihekî nediyar ve hatin revandin.
Têkildarî mijara DAIŞ’ê, dîmenek li ser torên civakî belav bûye.
Ew dîmen der barê komeke çeteyên DAIŞ’ê de ye, di otobûsekê de ne û li ser riya navbera Dîlok û Kilisê ne ku berê xwe didin Efrînê da tevlî êrîşa dagirkirina Efrînê bibin.
Hêjayî gotinê ye, dîroka dîmenê 18 Sibata 2018’an e.