Ji duh ve û piştî ragihandina agirbestê, eniyên şer li başûr-rojhilatê Idlibê sar in û rewş aram e. Bi taybetî, piştî ku hêzên rêjîma Sûrî di rojên dawî de pêşketinên berbiçav pêk anîn û gund û gundikên stratejîk bi dest xistin. Li beranberî vê, rewşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevlihev e.
Li Idlibê ji duh ve agirbest didome.
Çeteyên Erdogan di rewşeke tevlihev de ne û piştî firotina bi destê Erdogan, êdî nema dizanin çi bikin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, êdî çeteyan dest bi tawanbarkirina îxanetê li Erdogan kirine.
Nemaze piştî hevdîtina Putin û Erdogan a roja Sêşema borî.
Ji xwe di vê hevdîtinê de gelek fikar û guman derketin, lê piraniya çavdêran li ser vê xalê teqez kir.
Putin, demeke kurt ji Erdogan re diyar kir da koma çete ya “Cebhet el-Nusra” ku niha bi navê “Heyet Tehrîr el-Şam” çetetiya xwe dike, tune bike.
Li gorî agahiyan, Erdogan jî neçar maye soz bide Putin ku çeteyên el-Nusra, Huras el-Dîn û Ansar el-Tewhîd tune bike.
Li gorî rojnameya el-Watan a nêzî rêjîmê, divê ev yek di nava 8 rojan de pêk were.
Ji bilî wê, wê hêzên rêjîmê tevahî bakurê Hemayê, başûr-rojhilatê Idlibê û bajarokê Xan Şêxûnê bi dest bixe.
Wê riyên navdewletî jî têkeve bin kontrola rêjîma Sûrî.
Lê hema heya kîjan radeyê wê çeteyên el-Nusra danûstandinên Putin û Erdogan pêk bînin.