BUSEYNA ŞABAN: ERDOGAN BI HÊVÎ YE KU XAKA SÛRÎ Û IRAQÊ DAGIR BIKE

Şêwirmenda Siyasî ya rêjîma Sûrî Buseyna Şaban axivî û got ku artêşa Tirk a dagirker bixwaze nexwaze wê ji Sûriyê derkeve.

Şêwirmenda Siyasî ya serokatiya rêjîma Sûrî Buseyna Şaban diyar kir ku agirbesta hatî ragihandin, di rewşa şer de rêbazeke asayî ye.

Der barê daxuyaniyên Erdogan ên dawî de jî, ku gotibû tu hêviyên wî di xaka Sûrî de nînin û piştî çareserkirina aloziyê wê vekişin, Şêwirmenda rêjîma Sûrî got ku daxuyaniyên wî bi kiryarên wî re binakok in.

Buseyna Şaban diyar kir ku rewşa Erdogan a hundirîn dibe sedema derketina daxuyaniyên tevlihev.

BUSEYNA ŞABAN: EGER BIXWAZE NEXWAZE, WÊ TIRKIYE JI XAKA SÛRÎ DERKEVE

Şêwirmenda serokê Rêjîma Sûrî Buseyna Şaban teqez kir ku hêviyên Erdogan di dagirkirina xaka Sûrî û Iraqê de hene û wiha got:

“Tiliyên Erdogan di şerê li Sûriyê û di hemû tawanên li dijî gelê Sûrî de heye. Em teqez dikin ku wê artêşa Tirk a dagirker eger bixwaze nexwaze, ji xaka Sûrî derkeve.”

Leave a Reply

Back to top button