Yekîtiya Ewropa têkildarî erkdarkirina qeyûman raporek pêşkêşî Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Şandeya Yekitiya Ewropayê , têkildarî erkdarkirina qeyûman li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, rapoek pêşkêşî Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
YE’yê di rapora xwe de hikumeta AKP’ê li ser erkdarkirina qeyûman rexne kir û diyar kir ku erkdarkirina qeyûman li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji bo ewlehiya encamên hilbijartina demokratîk a 31’ê Adarê, bûye çavkaniya gumaneke cidî.
Di berdewamiya raporê de hat diyar kirin ku binçavkirin û erkdarkirina qeyûman darebeya li dijî vîna gel e û zerarek cidî daye sîstema demokrasiya herêmî.