Tevî ku 33 rêxistinên alîkariyê û komeleyên mirovî li Kampa Holê hene lê Rêveberiya Kampê bi astengiyên rojene re rû bi rû ye. Rayedarê Buroya Têkiliyan a kampa Holê Mihemed Beşîr got: Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re rewşa kampê dijwartir dibe. Divê saziyên berpirsiyar ji bo dabînkirina pêwistiyan bi erka xwe rabin.
Li kampa Holê 33 rêxistin û komele yên girêdayî saziyên cîhanî hene.
Lê belê tu xizmetguzarî û pêdiviyên şêniyan dabîn nakin.
Rayedarê Buroya Têkiliyan a kampa Holê Mehemd Beşîr diyar kir ku Koçber û penaberên li kampê azar, derfetên kêm ên xwarin û alîkariyê mirovî dikişînin û got:
Radeya alîkariyên ku li ser şêniyan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên belavkirin, têrê nakin.
Divê di serî de rêxistinên mirovî û yên NY’yî bi erka xwe rabin.
MEHEMED BEŞÎR:BI NÊZBÛNA ZIVISTANÊ RE, REWŞA KAMPÊ DIJWARTIR DIBE
Bi nêzbûna demsala zivistanê re Rayedarê Buroya Têkiliyan a kampa Holê Mehemed Beşîr banga alîkariyê kir û wiha got:
Em bi rasthatina zivistanê re, hazirtiya dabînkirina tevahî pêdiviyên koçber û penaberên kampê dikin.
Di vê çarçoveyê de em bang li tevahî rêxistin û komeleyan dikin ku ji niha ve ji bo dabînkirina pêdiviyên koçber û penaberan bixebitin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku koçber û penaberên li kampa Holê di rewşeke dijwar de derbas dibin.
Li gor rayedarê Buroya Têkiliyên a kampa Holê Mihemed Beşîr,
Hejmara koçber û penaberên kampa Holê 71 hezar û 862 kes in.
Ji wan hin Iraqî ne û hejmara wan 30 hezar û 890 kes in.
Û hejmara koçberên Sûrî jî 30 hezar û 972 kes in.
Her wiha 10 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji 47 dewletên Asya û Ewropayê hene.