Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Meş ji deriyê ketina bajarokê Sewa û ber bi çerxereya bajarok ve dewam kir.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesen Elmehmûd axivî û got:
“Îradeya gelan ji sûrên girtîgeha Îmraliyê bihêztir e.”
Ciwanên li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne dê dawî li tecrîd û dagirkeriyê bînin.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî Elitêş jî bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber APO û hesab-xwestina ji dewleta Tirk bikevin tevgerê.
Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li derdora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin.