Ajokarên bal hilgiran û bi hezaran kesên ku diçin Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi rojane li deriyê sînor tên sekinandin û destûr nayê dayîn ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Welatî û TIR’ên ku diçin Başûrê Kurdistanê û Iraqê bazirganiyê û barkêşiyê dikin, bi hinceta hilbijartinê li deriyê sînor tên rawestandin.
Hate hînbûn ku ji duh bi şev ve li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê destûr nayê dayîn ku wesayît derbas bibin.
Hate ragihandin ku heta niha 6 hezar TIR û otobus hatine rawestandin.
Ajokaran diyar kirin ku duh bi şev û vir ve derbasbûnên ji Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve girantir bûne û xwestin bi lezgînî çareseriyek bê kirin.