Kesayetên li Dêrazorê ku pêkhateyên gelê Ereb in, tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û gotin:
“Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û xwediyê çareserkirina dozên bigirêk serbest were berdan”
Li ser mijarê, endamê Nivîsgeha Kar û Barên Qanûnî ya rojavayê Dêrazorê Mehmûd El Şelaş diyar kir ku dewletên li dijî projeya neteweya demokratîk komployan pêk tînin bi bin ketin.
Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Emîne El Salih bi El Şelaş wiha got:
“Dê jin bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk têkoşîna ber bi azadiyê, avakirina civakeke azad û demokrat pêk bînin”
Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Mirî jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker tevahî pergalên navneteweyî bin pê dike.
Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê Muna El Uwêd jî diyar kir ku Rêber Apo ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kîlîta çareseriyê ye.