“Girtîgeha Raî mîna gorstanekê ye”

Ciwan Xelîl bi gotina wê 3 sal 3 meh di goristana Raî de, di kûrahiya 21 derince bin erde dimîne.

Di vê girtîgeha Raî de, ango êşkencexaneya Raî de, 3 kes li ber çavê Xelîlê ciwan xwe dişewitîne.

Xelîl gotinên rayedarên ENKS’ê bibîrxist û dazanîn ku kesên ku dibêjin Efrîn ewleye nerast dibêjin, Efrîn ne efrîna berêye, rojane însan tên revandin û êşkencekirin.

Kesên ku hatin revandin û di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de tên girtin, rastî hovantirîn cureyên îşkenceyê tên. Hin caran di bin îşkenceyê de digihêje asta kuştinê.

Ciwanê bi navê Resûl Xelîl (20) yek jî wan kesane ku di girtîgeha Raî de bi vê êşkenceyê re rû bi rû ma û hate êşkencekirin.

Resûl Xelîl piştî ku 3 sal û 3 mehan bo gotina wê li êşkencexaneya Raî de ma, beriya hefeyetek beramberê dayîna 11 mîlyon hate berdan û berê xwe da Qamişlo.

Resûl Xelîl ji gundê Kefer Sixîr ê kantona Şehbayê ye. Li ser rêya Kefer Cenê yê li rojhilatê Efrînê li rex rêya giştî ya di navbera Efrîn û Helebê de ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Xelîl ji aliyê dagirkeran ve gelecek îşkence ditiye û wiha behsa serpêhatiya xwe dike:

Xelîl dazann ku endamên MÎT’a tirk û çeteyên bi navê Sultan Murad wan êşkence dikirin.

3 jinên ciwan di girtîgeha Raî de xwe şewitandin

Her wiha Xelîd diyar kir ku 3 jinên ciwan di girtîgeha Raî de di oxira parastina sivîlan de û ji bo ku tu agahiyan nedin, xwe şewitandin; her wiha hevaleke wan ji Kobanê ji ber ku navê xwe ji çeteyan re negot ji ber êşkenceya zêde jiyana xwe ji dest da.

Xelîl wiha pê de çû:

Efrîn ne Efrîna berêye kesên ku behsa ewlehiyê dikin nerast dibêjin

Resûl Xelîl piştrast kir ku yên ku vegerîne malên xwe jî, ji ber sûc û danûstandina dermirovî careke din revîne. Ev yek îdiayên rêveberên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derew derdixe ku îdia dikin ku tu sûc li Efrînê pêk nehatine û raporên têkdilarî wan sûcan derketine bi derew bi nav kirin.

Back to top button