HRE: DI ÇALAKIYÊN EFRÎN Û DERDORA WÎ DE 4 ÇETE HATIN KUŞTIN 5 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û derdora wê li dijî dagirkeran rêze çalakî li darxisitin.
Di van rêze çalakiyan de 4 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin 5 jî birîndar bûn.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî rêzeçalakiyên xwe yên Efrîn û derdora wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

12’ê Îlonê hêzên rizgariyê bi du çalakiyan liv û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê kir armanc.

Çalakiya yekemîn li ser rêya diçe pira nû, ya duyemîn jî li ser pira kevin pêk hat.

Di encama her du çalakiyan de ziyaneke madî gihîşt çeteyan lê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bi dest neketin.

13’ê Îlonê hêzên rizgariyê, çalakiyeke bibandor li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa li dar xist.

Di encamê de ew baregeh hat rûxandin û 3 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.

Heman rojê hêzên rizgariyê bi çekên giran erebeyek Doçka ya barkirî li derdora gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê xistin.

Di encama çalakiyê de ew seyare tevî çeka li ser hat rûxandin û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

13’ê Îlonê hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sekvaniyê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Seyid Elî yê girêdayî bajarê Mare kir armanc,

Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di heman dîrokê de hêzên rizgariyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên li derdora gundê Til Malid ê girêdayî bajarê Mare çalakî pêk anîn.

Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button