HPG’ê ragihand ku di nava du rojên dawî de qadên berxwedanê herî kêm 110 caran hatine bombebaran kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand;
HPG di destpêkê de bi bîr xist êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên berxwedanê û hêzên wan didomin û wiha got:
“Di nava du rojên dawî de Herêmên Parastinê yên Medyayê 15 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrîşê, 93 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.
Her wiha li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Rojhilatê Zapê bi kepçeyan êrîşî çeperên me yên berxwedanê kirin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê di navbera hêzên me û dagirkeran de 6 caran şer qewimî.”