Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê jî cenazeyên şervanên HRE`ê; Rizgar Welat, Rojhat Bêkes oxir kirin.
Her wiha li wir ji bo şehîd Avrîn Masûm merasîma xiyabî hate lidarxistin.
Her wiha bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê jî cenazeyên şehîd Yusif Hiso û Kawa Hesen oxir kirin.
Şehîd Yusif Hiso û Kawa Hesen 14`ê Hezîranê de di pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.
Karwanê wesayîtan a ku cenazeyên şehîdan ji nexwaşxaneyê wer girtin ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ya li navçeya Ehras a kantona Şehbayê ket rê.
Her wiha li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana HPG`ê Bêrîvan Mistefa (Avrîn Masûm) eşkere kir.
Li wir endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ebdulhenan Mamo axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û xelkê herêmê.
Mamo behsa fedakariyên şehîdan û rola wan di birêvebirina civakê li hember planên dagirkeriyê de kir û got:
“Roj bi roj, ji cîhanê re diyar dibe ku gelê Kurd berxwedêr e û koletiyê qebûl nake.
Fedakariyên şehîdan ên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin, girêdana gel bi doza xwe nîşan dide.”