Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser heremê didomîne.
Dagirkeriya Tirkiyê gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Topbaran doh saet 11’ê şevê dest pêkir û heta derengiya şevê pêk domiya.
Di encamê topbaranê de ziyanên madî li erd û zeviyên şêniyên heremê bû.
Li Şehbayê ji ber bermahiyên çeteyan zarokek birîndar bû
Ji aliyeke din bermahiyên şer ên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê bi zarokekî bi navê Şervan Ebdurehman ê 12 salî de teqiya.
Û di encamê de birîndar bû.
Bûyer li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê pêk hatiye.
Hate ragihandin ku zarok li nav zeviyan de wê guleyê dîtiye û gule di destê zarok de teqiyaye.
Di encamê de 4 tiliyên destê wî û nîv kefa destê din hatin qutkirin. Niha zarok li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin.