Welatî û karkerên şaredariyê dibêjin:
“Parastina paqijiyê giştî berpirsiya hemiyan e.
Tevkarî jî rêya avakirina jîngeheke tendurist û paqij e.”
Li vir welatiya bi navê Şerîfe Îbrahîm a ji Qamişlo got:
“Divê welatî dilsozî qanûnên paqijiyê bin”.
Ebdurehman Mihemed karkerekî paqijiyê yê şaredariya Qamişlo ev yek anî ziman:
“Avêtina qirêjî gelek zehmetî bi me dide kişandin.”
Karkerê bi navê Diyab Mihemed El Exres jî got:
“Daxwaza me ew e ku ew çopan di wextê wê de bavêjin..
Welatî jî bi me re bibin alîkar.”
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer jî li vir got:
“Em ji welatiyan re diyar dikin ku berpirsên paqijiya bajarê me em in.”