RÊVEBERIYA KAMPA MINBICÊ JI BO PÊŞWAZÎKIRINA ZIVISTANÊ DI NAVA XEBATÊ DE YE

Rêveberiya kampa Minbicê ji bo pêşwazîkirina Zivistanê di nava xebatan de ye.

Rêveberiya kampa amadekariyê ji bo guhartina konan didomîne.

Her wiha wê projeyên amadekarî yên her du beşên kampê ku tê de nêzî 785 kon hene, pêk bîne.

Hevserokê kampa Minbicê Îbrahîm Mistefa têkildarî mijarê axivî û got:

Rêveberiya kampê, konên xirabûyî diguhere.

Guhartina tevahî konên li beşa yekemîn a kampê bi dawî bû.

Niha li ser guhartina konên beşa duyemîn a bi hejmara 135 konan e, xebat tê kirin.

Wê proje di hefteya bê de bi dawî bibe.

Her wiha rêveberiya kampê projeya lêkirina erdê kampê da ku pêşwaziya zivistanê bikin, lêkolîn dike.

 

Leave a Reply

Back to top button