Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn panelek li dar xist.
Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist.
Endamê Meclisa Giştî ya partiyê Cahid Hesen axivî û geşedanên siyasî yên dawî noirxand û got:
“Sedema êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê, ew e ku herdu hêz nûnertiya gelê herêmê dikin û dixwazin çareyekê ji aloziya Suriyê re bibînin.
Hesen diyar kir ku sekna gelê herêmê li hember terorê û fedakariyên wan ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk, bûn sebeb ku were dorpêckirin û rûbirûyî fişarên mezin be.
Cîgirê sekreteriya giştî ya partiyê Ehmed El Sultan anî ziman ku civînên mîna Cinev û Astanayê nûnertiya sûriyan nakin û ji aloziyê re ne çareserî ne.
El Sultan eşkere kir ku modela Rêveberiya Xweser çareseriya aloziyê ye û însiyatîfên wê ji bo çareserkirina doza welêt bingeh e.
Di dawiya panelê de beşdaran diyar kir ku divê gelên herêmê li hember hemû plan û komployan bibin yek.
Li herêmê sedsaliya salvegera Peymana Lozanê hate şermezarkirin