Dewriya hevbeş a Rûsî-Tirkî li ser rêya Laziqiye-Heleb geriya

Li gel agirbesta li Idlibê ragihandî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, îro vê sibehê, dewriya hevbeş a Rûsî-Tirkî li ser rêya Laziqiye-Heleb geriya.

Çavdêriyê diyar kir ku, beriya gera dewriyê, hêzeke mezin a dewleta Tirk li ser vê rêyê, li nêzî bajarokê Neyreb belav bûbû, her wiha dronên Tirkî jî li ser herêmê digeriyan.

Hemwextî vê yekê jî, jimareke mezin a şêniyan, amadekariya xwepêşandanekê, li dijî lihevkirina Putin-Erdogan, dike.

Tê zanîn, ji dema ragihandina vê lihevkirinê, ev 41 roj in êrîşên asmanî li ser vê herêmê rawestiyane, lê li ser erdê, rojane binpêkirin li gelek eniyan rû didin.

Herî dawî jî, duh Çavdêriyê ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê, devera Kensefra û derdora Cebel el-Zawiye topbaran kiribûn.

Back to top button