Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan şaxê Helebê, qetilkirina ciwana bi navê Rewaa şermezar kir.
Jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd 21 salî, 25’ê Tîrmehê li navçeya Til Koçerê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin.
Rêxistina Sara têkildarî mijarê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên jinan ên li Helebê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku cezayên giran li sûcdar bên birîn û dawî li kiryarên der-exlaqî yên li dijî jinan bê anîn.
Hat destnîşanirin ku tundiya li dijî jinan, yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di vê demê de belav e,
Û têkildarî xeteriya tundiyê li ser jin, zarok û civakê hişyarî hat dayîn.