Komeleya Hunermendên Kurdistanê, pêşengehek ya wênesaziyê li Hola Emnesureke ya li Silêmaniyê ji bo 12 hunermendên ji bajarên cuda lidarxist.
Komeleya Hunermendên Kurdistanê ya beşa Silêmaniyê bi amadebûna Waliyê Silêmaniyê û nûnerên hinek hizb û hunermendan, pêşengehek ji bo 12 hunermendan lidarxist.
Ji bajarên cuda yên Kurdistanê 12 wênesaz beşdarî pêşengehê bûn û tabloyên xwe pêşkêşkirin ku her yek tabloyek wateyek cuda hildigirt.
Di pêşengehê de xelat ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir , Berpirsê Buroya Rêxistinên Demokrat a YNK’ê Cotyar Nûrî, Rêveberê Giştî yê Hunerê yê Silêmaniyê Dr. Mohsin Edîb û Cîgirê Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî ve hate dayîn.
Pêşengeh wê 3 rojan dewam bike.