Kongra Star ya bajarê Hesekê li dijî qetilkirina jina bi navê Heba Mehmûd El-Xelef a ku beriya dû rojan ji aliyê hevjinê xweve li taxa hatibû qetilkirin daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de malbata jina hatî qetilkirin û Rêxistinên jinan amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a bajarê Hesekê Lemiya Mihemed ve hat xwendin.
Naveroka Daxuyanî wiha ye:
“Piştî şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê hate binavkirin, bûyerên kuştinê zêde bûn, li Taxa El-Eskerî jina bi navê Heba Mehmûd El-Xelef a 30 salî ji aliyê hevjînê xweve bi awayek hovane hate qetilkirin.
Ne cîhan ne jî hiqûq vê sûncê qebûl dike. Hîn jî zîhniyeta desthilatdar û mêran sûcên herî hovane yên kuştin,pirjinî, û her şêwazên tundiya li ser jinê dik.
Em wek Kongra Star û hemû rêxistinên jinan daxwaza cezayên herî giran li kiryaran dikin.
Ev sûcekî nefretê ye ku di heman demê de jinan ji mafê jiyanê û dayîktiyê bê par dike.
Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû saziyên mafên mirovan û gel dikin, dadgeh demildest cezayên herî giran bigrin.