Malbatên xwendekaran amadekariyên zarokên xwe ji bo pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê dikin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku dê 10’ê Îlonê dewama xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî li dibistanên herêmê dest pê dike.
Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê 863 hezar û 388 xwendekar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.
Hejmara mamosteyan jî 43 hezar û 99 mamoste ne.
4 hezar û 130 dibistan hene, ji wan 379 dibistan îsal hatine sererastkirin û di xizmetê de ne.