Bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriye daxuyaniyek da.
Kongra Star tekoşîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê a li dijî zilm û tundiyê serî hildidin, silav kir.
Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriye bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî da.
Meclisê bi bîrxist ku ev saleke hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serî radikin û got:
“Ev serhildana gel li Kurdistanê dest pê kir û bû serhildaneke girseyî ya demokrasî û azadiyê li seranserê Îranê.
Ev salek em dibînin jin weke pêşengê wê serhildanê ne û bi wêrekî, hêrs û afirînerî çalakî pêk tînin.
Ji destpêka serhildanê carek din ruyê reş ê sîstema Iranê ya baviksalar, faşîst û desthilatdar raxist ber cavê cîhanê.”
“Jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bingeha rejîmê dihejîne”
Kongra Star da zanîn ku jinên ji vê serhildanê re pêşengtiyê dikin dibin hedef, tên girtin û tên qetilkirin û wiha domad:
“Ruxmî hemû zext û êrîşan, gel bi biryardarî û wêrekî li ber xwe didin .
Wek Rêber Apo dibêje:
“Heta jin azad nebe civak azad nabe” .
Gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi wê zanebûnê ji bo azadiya jinan û hemû gelan dest bi meşê kirine.”
Kongra Star: Em li dijî deshilatdariya Îranê têkoşîna xwe bilind bikin
Meclisa Kongra Star herî dawî bang li hemû jinan kir ku tekoşînê bilind bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin.
Serhildana Jin Jiyan Azadî serhildana me tevaye.
Divê em bi zanebûn û rêxistina xwe heta serkeftinê bi hevre dewam bikin.”