Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Mahmût Dîndar diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê ye.
Mahmût Dîndar anî ziman heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe û got:
“Tecrîd li ser gel, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyan tê pêkanîn.
Aktorê bingehîn ê bidawîkirina şer û pêvajoya krîzê Rêber Abdullah Ocalan e .”
Dîndar eşekre kir ku sedema hemû pirsgirêkên me neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Pêwîstiya vî welatî bi aştî, aramiyê heye.
Lewma em ê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bişikînin.
Dîndar herî dawî tekez kir ku ji bo welat ji pirsgirêkan rizgar bibe divê beriya her tiştî tecrîd bê şikandin.
“Em ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşînê mezin bikin”