Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê êvarê gundên Minbicê topbarankirin.
Li gorî agahiyan bêtirî 20 guleyên obîs û hawnan li nav gundan ketine.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Ereb Hesen, Seyada û Om Cilûd yên Minbicê bi dijwarî topbaran dikin.
Li gorî nûçegihanê Hawarê bêtirî 20 guleyên obîs û hawnan li nav gundan ketine.
Topbaran çeteyan heta demekî dirêj dewam kiriye.
Lê têkîldarî ziyanên êrişan agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.