Insiyatîfa Azadî ji bo rêber Apo ya li Şamê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava Cîhanî ya ji bo azadiya rêber Apo ragihand.
Gelek wêjevan, siyasetmedar û parêzer beşdarî daxuyaniya insiyatîfê bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di çarçoveya mezinbûn û firehbûna pêngava Cîhanî ya ji bo azadiya rêber APO û çarseriya pirsgirêka Kurd de em jî Insiyatîfa Azadî ji rêber Apo re komîteya Şamê piştgiriya xwe bi pêngavê re radighînin.
Azadiya rêber APO azadiya gelê Kurd û tevahî gelên li Rojhilata Navîn e.
Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û navnetewî dikin ku bi erkên xwe rabin û ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.”
Saziyên Çandê ji bo piştgiriya pêngavê wê rêze çalakiyan li dar bixin
Her wiha Navenda Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê jî dê ji bo piştgiriya pêngavê rêzeçalakiyan lidarbixin.
Endamên Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn dibêjin:
“Em ê bi lidarxistina çalakiyên cihereng piştgiriya pêngavê bikin.
Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, têkoşîna me ranaweste.”
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin